Zeryan Denîz
Di zivistanekî de wê bayekî dijwar xwe li gundê Gurzêro bida, wê qêrînek kûr ji ava mezin bihata bihîstin, wê gundî li hev biçûna û bihatina û wê mizgîniya zarokekê bidina, wê bigotina va Sozdareke dil deryayî ku wê dîroka me biguherînê çavê xwe li me vedike.
Wê bigotana keçeke ruken, ewrên wê mîna bazan tûjin wê li esîmana xakên pîroz bifire û nasnavê azadiyê li xwe barbike. Navê wê zaroka delal dikin Sozdar. Sozdar ji çanda gelê kevnar fêrî soz û wefabûnê dibe. Ev wefabûna wê dike ku di nava rûpelên dîrokê de were nivîsandin, bibe çîrokê ser lêvê zarokên pêşeroja azad.
Zîlan Amed bi navê rast Sozdar Osê li Dêrîka Rojava di nava hawîrdoreke ku bi nirxê welatperweriyê ve girêdayî de jidayik dibe. Tevî ku tundiya Rejîma Beasê zêde ye jî, hevrê Zîlan bi çanda xwe ya resen ve mezin dibe. Heya pola 11 zimanê Erebî dixwîne, nexwendina wê ya bi zimanê dayikê di dilê wê de xembariyekî avadike. Bi xwe re her diponije û dipirse zimanê ku ez diaxivim çima nikarim bixwînim bi van lêgerînan ve digihîje rastiyê ku hatiye veşartin. Ew rastî rastiya welatekî bindest bû ku bi salan rastî talankirinê tê. Ew rastî ew bû ku gelekî xwedî dîrokekî kevnare, lê ji aliyê serdest û hakîman ve tên tunekirin, lêdan û îşkence kirin. Heval Zîlan her ku rastiya gelê xwe hîs dikir, xeyal û armancên wê cudatir dibûn. Ji xwe re nexşerêyên pîroz xêz dikir û sozdariya xwe ji bo vê yekê tîne ziman. Ji ber ku malbata wê welatparêzî di kûrahiya dil de hemêz kiribûn, ji rastiya PKK’ê biyanî nebû, ji bo Heval Zîlan ev yek avantajekî bi nirx bû ku tê de rastiya xwe bibîne. Di sala 2011’an ji ber şehadetên malbat û derdorên wê de bandorî li ser kesayeta wê avadike. Dema ku Heval Zîlan rastî van heqîqetan tê, êdî dengê wijdana wê natebite her şev hêrsa tolgirtinê xwe li deriyê wê dide û rêkeftina jiyanekî nû jê daxwaz dike. Ew rêkeftin wê jiyana wê ji nûda xêz bikira, wê ji nûda reng bida dilê wê yê paqij. Heval Zîlan di Hezîrana 2011’an de biryar û xeyalên xwe dike yek û beşdarî Tevgera Apoyî dibe.
Beşdariya wê ya nava Tevgera Apo’yî de jiyanek ku ji demsalên biharê ve hatiye xemlandin hemêz dike. Ji ber azweriya wê ya bi welat û tevgerê re navên hilbijare li xwe bardike ew jî navê Zîlan Amede. Zîlan xwedawenda roja pîroze ku li ber zaliman serî rakir û di oxira jiyanek mezin û dilsoziya bi Rêber APO re canê xwe kire bombe û di neyarê salan de xwe teqand. Bi sekna xwe ya pîroz di dilê dijmin de xofekî ku wê neyê jibîr kirin avakir. Ew bû Zîlan ya ku Rêber APO jê re gotibû “Fermandara Min E”. Heval Zîlan Amed jî bi hilbijartina vê navê ve beşdariya xwe diyar dike, hilgirtina paşnavê Amed jî, ji ber ku Amed ew bajara Kurdan ên kevnar û serhildêre, ew bajara ku gavên azadiyê lê hatiye avêtin û weke peytexta Kurdistanê tê nasîne. Heval Zîlan jî bi wê giraniyê ve paşnavê xwe dike Amed. Êdî bi xwe nav û paşnavê xwe diyar dike û li gor wê beşdarî jiyana nû dibe.
Heval Zîlan beşdariya xwe ya ji Tevgerê re wiha pênase dike û dibêje “Gerîla civakeke exlaqî temsîl dike. Dema gerîla tê gotin pê re jiyan û hebûn tê gotin. Tenê îradeya gerîlayên Kurdistanê têr dike ku di van çiyayan de şer bikin û li hemberî her şertî xwe rabigirin. Ji ber ku gerîla ji bo azadiya gel derketiye bi têkoşîna ku didin meşandin re vê rastiyê bi hurgûlî vedibêjin.” Lengeha welatê rojê Zîlan Amed bi birqandina çavên xwe ve hezkirin û dilsoziya xwe ji welat re diteyîsine, her nêrandineke wê ya ji çiyayên Kurdistanê re eşqa wê ya têkoşînê xurtir dike. Bi evînî li çiya şer dike, bi rêzdarî hevrêyan pêşwazî dike. Heval Zîlan bi têkiliyên hevrêtiyê ve kesayeta xwe nasdike. Her ku rexne û rexnedayîn pêşdixîne baştir famdike ku hevalên wê çiqas bi nirxin kî wê ji elimandinên pergalê rizgar dikin. Di Tevgera Apo’yî de her çendîn tu bê rexne kirin, tu ewqas xwedî wê nirxê giranbihaye. Ji ber ku rexne kirin, hevdu mezinkirin û ji keneşopiyan xilaskirin e. Heva Zîlan Amed yek ji wan hevalên ku li hember hemû lewaziyan xwedî helwest e. Bi awayekî radîqal ser lewaziyan de diçe û heya ku çareser neke terka hevalên xwe nake. Li gelek qadan dimîne, yek ji wan qadan jî Xakurkê ye. Xakurkê cihê Bêrîtana ye, cihê îxanet redkirin berxwedanî pejrandinê ye. Li ser heman felsefê xwe pêşxist û bû fermandara ciwan a YJA STAR’ê. Hemû ezmûnên xwe ji hevalên xwe re parve dikir û ji wan re dibû fermandara pêşeng. Ji ber ku wê ji vê yekê bawer dikir ku her çiqas mirov parve bike wê ewqas qezenc bike.
Her mirovek xwedî hin xisletên balkêşe ku mirovan bi xwe ve didin girêdan. Heval Zîlan jî yek ji wan hevalên ku xwedî xisletên xweş û paqij bû. Hemû demên xwe bi rûkenî pêşwazî dikir, kenê şêrîn her li ser lêvên wê xêzdibûn kî hemû astengiyan ji holê radikir. Kenê wê ew çendîn xweşik bû kî kulîlkên biharê serê xwe jê re ditewandin. Ew rûkena delal dilgermiya xwe ya bê sînor civat li dora xwe kom dikir. Dema li rawestgehekî de dimîne weke ku xwediyê wê stargehê ye nêz dibû, adeptebûyîna xwe zû avadikir û bi awayekî xwezayî, cewherî têkiliyên xwe saz dikir.
Heval Zîlan di xeta azadiya jin de weke pêşengeke gelên bindest rol û misyon dida xwe. Hevrê Zîlan bi berdewamî bal kişand ser bûyîna milîtanek xeta jina azad a ku Rêber Apo pêşxistiye û girîngiya pratîkkirina zanîna xwe da, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de karî bibe milîtanek layiqî keda Rêber APO. Di xeta serkeftinê de xwe kilît dike û dibe çalakvaneke jîr û jêhatî. Dema ku bi ser dijimin de diçe heyfa salan ji wan digire û derbên giran li wan dixe. Di her çalakiyekî ku beşdar dibe, bi biryara azadiya fîzîkî ya Rêber APO ve guleyên xwe davêje sînga dijmin. Felsefeya jiyana azad a Rêber APO bawer kiribû, ji lewra xwe tê de kûr kirin ji bo xwe kirbû pîvana jiyanê. Wê dizanî bû ku ji derveyî vê xetê wê tu xilasî ji koletiya ku li ser mirovan tê ferz kirin, nebe. Mîna qasidên jînê pirtûk û peyvên Rêberê xwe dixwend û dixwest ku fambike da ku piratîkên rast pêşbixe. Dahurandinên Rêber APO ji xwe re weke melodiya jiyanek rast digirte dest û bi vî şeklî kesayeta xwe dixiste ber lêpirsînan. Heya kêliya xwe ya dawiyê Heval Zîlan ev yek di kesayeta xwe de berdewam dike.
Hevrê Zîlan di dîroka 29 Nîsana 2019’an de digihîje bêmiriniyê. Veqetîna Heval Zîlan a fîzîkî her çendîn di hevalên wê de xemgînî avakiribe jî, lê belê ruhê wê ya her dem jiyan dike dibe sedema hêz dayîn û tolgirtinê. Li ser giyana wê ya pîroz soza welatekî azad avakirinê hatiye dayîn. Ji ber vê yekê xeyala Heval Zîlan mîna wê tu carî namirin her dem dijîn.
Rêhevala wê…


