Avzem Harûn

Di quntara çiyayên Zagrosan de xwedawendên azadiyê beriya hezar salan nirxên jiyana azad avakirine û ji her milî ve jiyan rêvebirine.

Ev yek her çiqasî hatibe talankirin û ji milê kujerê kastî ve hatibe desteserkirin jî, jinan çanda jiyana azad bi awayekî herî zehmet heya roja me ya îro anîne û ev nirx parastine. Ev yek li quntara çiyayê Garê di gerîlayên jin de xwe dide teyîsandin. Gerîlayên jin jiyana ku bi her awayî mercên wê zehmet in, li ser nirxê pêşerojeke azad di nava dilê çiyayên Kurdistanê de avakirine. Bi vê yekê re, wan wateya rastiya jiyana azad avakiriye. Felsefeya Rêber APO weke kulîlkên biharê xwe bi tevahiya rengan xemilandiye û wateya jiyana rast di şexsê gerîlayên jin de daye diyarkirin. Xemla jiyana gerîlayên jin tevahiya asoyên jiyana azad pêçaye û ew bûne hêviya jinan.

 

Di çiyayên azad de jiyaneke biwate bi fikra Rêber APO dikare bête sazkirin û rih bibîne. Ev yek di şexsê gerîlayên jin de xwe ji her milî ve dida der. Rêber APO pêşveçûna dîrokê û avabûna civakbûnê bi wateya rast li cihê ku lê avabûye û belavbûye digire dest û heqîqeta jiyanê derdixe holê. Li keleka vê yekê, gerîlayên jin ji bo ku heqîqeta xwe fêm bikin, ji her milî ve fikra Rêber APO dixwînin û lêkolîn dikin. Ev yek di tevahiya jiyana gerîlayên jin de dihat teyîsandin. Dema berê me li wargeheke gerîlayên jin ket, cihê ku lê diman û wateya ku lê bar dikirin ji her milî ve bala mirovan dikişand. Cihê ku gerîlayên jin lê diman, beriya hezar salan cihê xwedawendên azadiyê bû. Xwedawendan di van quntaran de jiyana azad avakirin. Wan nirxên jiyana exlaqî û polîtîk dabûn avakirin û îro ev yek ji milê gerîlayên jin ve dihate rêvebirin. Ev yek bi têkoşîneke herî mezin û watedar dihate domandin. Jiyana ku bi fikra Rêber APO hatibe sazkirin, bi xwe re wateya rast a jiyankirinê û nirxên civakbûnê derdixe holê. Gerîlayên jin bi hilbûna rojê re dest bi jiyanê dikirin û tevahiya roja wan bi şêwazekî rêxistinî rêve diçû. Ruhê hevaltiya rast a ku li ser hîmê têkoşîna azadiyê tê afirandin, di sekna wan de xwe dida der. Dem li cem wan bi wateya xwe-avakirinê diherikî û ev yek di herikîna jiyana wan de derdiket holê. Felsefeya "JIN, JIYAN, AZADÎ" di jiyana gerîlayên jin de hebûna xwe bi beden kiribû. Dema Rêber APO bingeha bîrdoziya jina azad danî û têkoşîna wê da destpêkirin, cihê ku têkoşîn lê dihat destpêkirin ji her milî ve wateyeke wî ya cuda hebû. Ev mekan ji her milî ve bala mirovan dikişand. Çanda dayiksalariyê û çanda civakbûnê li ser van xakan avabûye û belavî tevahiya cîhanê bûye.

 

Ji Nînhursag Ber bi Zîlan û Bêrîtanan ve Jiyaneke Azad Avabûye

 

Axa Mezopotamyayê di avabûna civakbûnê de bi roleke pir girîng rabûye û bûye nexşerêya jiyanê. Dema mirov li kûrahiya dîrokê dinêre û dîrokê digire dest, têkiliyên sîmbiyotîk û pêşketinên diyalektîk pir zêde derdikevin pêşiya mirovan. Ev erdnîgarî bûye cihê pîroziyên civakî û jiyan li ser vê xakê bi rih û beden bûye. Xwedawendan textê jiyana azad li van çiyayan danîn û têkoşîna jiyana kolektîf li van quntaran da avakirin. Çawa ku xwedawenda Nînhursag bûye xwedawenda çiyayên Toros û Zagrosan û bi xwe re nirxên hebûna mirovbûnê dane avakirin, îro li ser vê axê careke din ev çand û têkoşîn rih distîne. Têkoşîna ku Rêber APO di şexsê jinên Kurd de da destpêkirin, îro bi hezaran jin li dora xwe kom kirine. Ev têkoşîn îro bûye hêviya jiyana azad. Heval Zîlan û Heval Bêrîtan jî yek ji wan jinan bûn ku bi têkoşîna xwe ev rastî jiyan kirin û bi têkoşîna xwe bi hezaran jin ber bi jiyana azad ve birin. Ya ku îro li çiyayên azad tê jiyankirin, ji her milî ve pênaseya vê yekê dike. Li ser nirxên xwedawendan, jiyan tê avakirin û parastin. Gerîlayên YJA STAR’ê bi têkoşîna xwe vê yekê diparêzin û didin jiyankirin. Îro li ser rêça Zîlan û Bêrîtanan bi hezaran jinên Kurd ji bo avakirina jiyana azad têdikoşin û bi xwe re wateyê didin jiyana rast.

 

Dema mirov vê yekê digire dest û şîrove dike, têkiliyeke ku tu carî winda nabe û her tim jîndar e dibîne. Rêber APO vê yekê di Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk de weke heqîqeta ku tu carî nayê windakirin pênase dike. Rastiyên civakî her çiqasî hatibin windakirin jî, taybetmendiyên heqîqetê rojek beriya rojekî xwe didin der. Rêber APO her ku rastiyên civakî girtin dest û şîrove kirin, bi vê yekê re rastiya jinê hîn zêdetir derxist holê. Avabûna civakbûnê li ser heqîqeta jina azad çêbûye û heya roja îro hatiye. Ev rastî mîna tîrêjên rojê yên di bin ewrên giran de xwe hêdî hêdî nîşan didin û derdikevin pêşiya mirovan. Dîroka kujerê kastî her çiqasî xwestibe rastiyên civakî tune bike û li ser têkoşîna jinan xwe bide jiyankirin jî, têkoşîna jinan ev yek deşîfre kir û li hemberî wê têkoşîna jiyana azad ava kir. Ked û berxwedana jinan di nava tevahiya mercên zehmet de bûye kulîlkên bihara welatê Kurdistanê. Ev kulîlk di roja me ya îro de vebûne û bûne giyanê jinan. Rastiyên jiyana jinan her tim xwe dane jiyankirin û bi xwe re ruhekî jinê yê berxwedêr derxistine holê.

 

Ev pênase di şexsê gerîlayên jin de xwe ji her milî ve dida der. Dema navê wargehê ji gerîlayeke jin hat pirsîn, gerîlayeke jin a ji heman wargehê bi dengekî ji xwe bawer got: "Wargeha me cihê heft xwedawendan e." Ev gotin û ev deng, çandeke ku ji kûrahiya dîrokê heya roja îro hatiye domandin dixist bîra mirovan. Deng û kenê gerîlaya jin ji her milî ve xweseriyek derdixist holê. Ev gotin û ev qada jiyanê bi rastî jî wargeha jinên têkoşer bûn. Ev wargeh ji bo bi hezaran jinên têkoşer bibû cihê xwe-avakirinê û ji nû ve sazkirina nirxên jiyana azad.

 

Rêber APO qewimîna bûyer û pêşketinan di dîrokê de wek têkiliyeke diyalektîk digire dest. Hebûnên ku carekê xwe bi ruh kiribin, zehmet e ku careke din bête tunekirin. Guhertin her çiqasî çêbibin jî, cewher ji her milî ve xwe diparêze û xwe berdewam dike. Ev hevok heqîqet û bandora gotinê careke din derdixe pêşberî mirovan. Ji ber vê yekê, Rêber APO di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo bandora gotinê wiha tîne ser ziman: "Ger gotin di cih de hatibe gotin, bandora wê jî zêde ye. Lewma divê mirov hêza gotinê piçûk nebîne." Ya ku di nava wan kêliyan de diqewimî û dibû dîrok, ew gotinên gerîlaya jin bûn. Gerîlayên jin di şexs û sekna xwe de çanda jinên berxwedêr bi awayekî herî birêgez didan jîndarkirin.

 

Di şexsê gerîlayên jin de dîroka berxwedana jinê careke din xwe nûjen dike û bi têkoşîneke bi kok pêşeroja azad saz dikin. Têkoşîna ku bi jinên Kurd ên esîl re hatibû destpêkirin, îro bi jinên ku xwe gihandine asta zanyarî û zanebûna rast dimeşe. Nirxandina gerîlaya jin ji her milî ve rastiyên dîrokî radixist ber çavên mirovan. Ev pênaseya ku hatibû pêşxistin ji her milî ve mirov ber bi kûrahiya dîrokê ve dibir û rastiyên jiyana azad careke din li pêşberî çavên mirovan zindî dikir. Lêgerîna jiyana azad û nirxên wê di nava tevahiya merc û zirûfên zehmet de xwe diteyîsîne û hebûna xwe dide diyarkirin. Dibe ku dem û mekan ji hev cuda bin, lê taybetmendiya heqîqetê ev e ku wê rastiya xwe rojek beriya rojekî bide der. Bi têkoşîna rast re wateya evîna rast tê avakirin; ya ku jiyanê biwate dike jî ev e. Rêber APO pîvana jiyana azad bi jinê re bi jiyana rast re datîne holê. Gerîlayên jin ji bo ku birêgez jiyan bikin û bidin jiyankirin, di quntara çiyayên Kurdistanê de têkoşîneke mezin didomînin.