Nîştiman Sorxwîn

Di dîroka civaka xwezayî de xwedawend pêşeng e; ew jina ku di rastiya civakê de gihîştiye asta zanebûna xwe, aîdî xwe ye û dikare xwe û civaka xwe rêve bibe û biparêze.

Ew di rastiyê de ya ku xwe daye (ango xwe ji bo civakê û hebûna xwe fedayî kiriye), di oxira heqîqetê de cangorî ye. Li ser vê heqîqetê, di dîrokê de heta niha jinan li hemberî pergala zilamê serwer û desthilatdar û li hemberî hişmendiya çewisandinê tu carî serî netewandiye. Her kêliya jinê di nav berxwedanekê de derbas bûye û radestî qebûl nekiriye. Xwe ji zinaran avêtiye, xwe şewitandiye, xwe kiriye bomba û di mejiyê hişmendiya zilamê serwer de teqandiye; laşê xwe parçe parçe kiriye lê teslîmiyet qebûl nekiriye. Jin di jiyana xwe ya berxwedêr, di ehlaq, rûmet û rêgezên xwe de israr dike; ew kevneşopiya ku ji xwedawendan girtiye, di cewherê xwe de diparêze û didomîne.

Lê mixabin, bi hezarên salan e ku zilam xwe bi rêxistin kir û li dijî jinê hêz girt; ji ber wê jinê di serdemên dawî de nikaribû bi vîneke azad vî cewherê xwe bide jiyankirin. Di bin bandor û hişmendiya zilam de hatiye perçiqandin û çewisandin. Hişmendiya zilam ewqasî li ser jinê serwer bûye ku jin gihîştiye wê astê ku nikaribe serê xwe rake; jina zanyar ketiye rewşa herî xirab û bûye amûra kêf û dilxweşiya zilam. Bûye her tiştê zilam; mal, milk, pere û hwd. lê ne bûye aîdê xwe. Di nava vê dîroka windakirina jinê de bi taybetî jina Kurd ketineke herî kûr jiyan dikir.

Bêguman, li gel jinên ku bêvîn hatine hiştin û jinên ku feqîr û bêçare mane, çanda berxwedêriyê di cewherê jinê de bi rengekî dîrokî û kûr hatiye domandin. Ev yek heta çanda dayîksalar a xwedawendan diçe. Mirateya berxwedanê ya xwedawendên civaka neolîtîk, îro di jina Kurd a têkoşer de berdewam dike. Di jina Kurd de taybetmendiyên wekî vîn, ji xwebawerî, zanyarî û pêşengiyê pir in. Jinan di 28 serhildanên Kurdan de li hemberî neyaran pêşengiya berxwedanê kiriye. Kesên ku serî netewandine bêhejmar in. Jinên wekî Besê û Zarîfeyan, wekî şopdarên xwedawenda Star, rûmeta jinbûnê, ax û welatê xwe di kesayetiya xwe de parastine. Ev mirateya dîrokî ji bo Rêber APO jî bû çavkaniyek ku hîn zêdetir li ser têkoşîna jinê bisekine.

‘Birdoziya Rizgariya Jin’ Hêmana Herî Bingehîn a Têkoşîna Jinan e!

Rêber APO li ser van bingehan Tevgera Azadiya Jinê û ‘Birdoziya Rizgariya Jin’ ava kir. Şoreşa jinê di nava şoreşê de hat avakirin; ji ber ku wekî Rêber APO dibêje: “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe; asta azadiya jinê asta azadiya civakê diyar dike.” Heta şoreşa jinê pêş nekeve, ne gengaz e ku şoreşa civakê misoger bibe. Ev her du bi hev ve girêdayî ne. Em dizanin ku di dîroka civakê de ya herî pêşî ji aliyê zilamê kujer ve ked û hebûna wê hatî desteserkirin û hatî kolekirin jin e. Ya ku bêparastin, bêfelsefe û bêbirdozî hatî hiştin jin e. Zilam birdoziya xwe li ser kolekirina jinê ava kiriye; ji ber wê zanist, aborî û felsefe hemû li dijî jinê hatine pêşxistin.

Jina ku bê birdozî û bê felsefeya jiyanê ma, mahkûmî zilam bû. Jina bêparastin, jina hatiye çewisandin û teslîmgirtin e. Bi ketina jinê re, civakê jî hemû rûmet û destkeftiyên xwe yên pîroz winda kirin. Ji ber wê Rêber APO dibêje: “Heta niha li ser hemû birdoziyan demxeya zilamtiyê heye.” Birdoziyeke ku bi rastî temsîla rizgariya jinê bike tune bû; hemûyan temsîla desthilatdariya zilam dikirin. Civaka ku ji rastiya xwe hatî dûrxistin hewcedarî şoreşê ye, lê tu şoreş bê birdozî nabe. Heta jin xwe ji bendên koletiyê û pergala zayendparêz rizgar neke, civak azad nabe.

Rêber APO ev girîngî dît û li ser Birdoziya Rizgariya Jinê bi kûrî sekinî. Di nav qalibên feodalîzmê û zayendparêziya Rojhilata Navîn de, avakirina şoreşa jinê ne hêsan bû. Rêber APO bi hostetiyeke mezin, bi fikir û felsefeyeke watedar, bi hezaran jin li dora şoreşê kom kirin. Navê vê şoreşê kir “şoreşa hezkirina rast a jinê”. Bi vê şoreşê em ji nû ve bûn xwedî nasname.

Artêşbûna Jinê û YJA STAR

Rêber APO ji jinê bawer kir û hêza wê ya veşartî derxist holê. Wî got: “Pergala zilamsalar dibêje destpêkê li jinê bixin, ez jî dibêjim destpêkê jinê rakin û azad bidin jiyankirin.” Ji bo vê yekê, Rêber APO artêşa jina azad li Kurdistanê pêş xist. Di artêşa jinê de şerê esasî li hemberî pergala zilamsalariyê û hişmendiya Modernîteya Kapîtalîst tê meşandin. Ev şer ji bo jin û civakê, şerê hebûn û azadiyê ye. Her hevaleke jin beriya ku beşdarî refên azadiyê bibe, rastiya xwe di hêza Rêber APO de dibîne. Baweriya jinê ya bi Rêbertî re, girêdaneke felsefîk ava kiriye. Rêber APO dibêje: “Şoreşa ku jin tevlî nebe naçe serkeftinê.”Jina ku di rûpelên dîrokê de hatibû windakirin, bi beşdarbûna şoreşê xwe naskir, fêrî şer bû û milên xwe yên lewaz derbas kirin. Îro bi hezaran jin li ser vê mîrateyê têdikoşin.

Hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) Sembola Artêşbûna Me ye

Hevrê Bêrîtan ji bo me bû sembol û hêza bingehîn a artêşbûna jinê. Bi berxwedan û sekna xwe, bû temsîla xeta serkeftinê. Bi hezaran jinan di rêya wê de artêşeke tolhildanê ya nakeve ava kirin. Bêrîtan bû navê vîna azad û jina ku radestiyê qebûl nake. Rêber APO got: “Artêşa jinê xweşikbûna xeyalên min e.” YJA STAR di xeta Bêrîtanan de bû bersiva van xeyalan. Gerîlayên YJA STARê di tûnelên şer ên Avaşîn, Metîna û Zapê de berxwedaneke dîrokî meşandin. Dijmin bi her cure çekên kîmyasal û rêbazên dermirovî êrîş kir, lê li hemberî vîna ji pola a mîlîtanên Apoyî nekarî encam bigire. Sekna hevrê Asya û Rojger a li Enqereyê, darbeyeke dîrokî li dijmin xist û bû lûtkeya fedayîtiyê. Çalakiya wan nîşan da ku fermandariya jinê û vîna azad gihîştiye çi astê.

Pêvajoya Nû û Manîfestoya Civaka Demokratîk

Di 27’ê Sibata 2025’an de, bi banga Rêber APO pêvajoyeke nû ya bi navê “Civaka Demokratîk û Aşitî” dest pê kir. Ev bangawazî bû sedema guhertina pêvajoyê û hemû planên pergalê serûbin kirin. Piştî 27 salên tecrîda giran, Rêber APO bi vîneke bêtirs careke din ferqa Rêbertiya xwe nîşan da. Girtina agahî, wêne û dengê Rêber APO piştî salan, ji bo me bû heyecan û hêzeke mezin.

Rêber APO di nirxandinên xwe yên dawî de dibêje: “Ez ji bo we vê pêvajoyê dest pê dikim” û destnîşan dike ku “Jin wê bibin hêza motor a vê pêvajoyê.” Ev ji bo me peywireke mezin e. Sala 2026’an, sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Di 8’ê Adarê û Newrozê de jinan bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya me ye” qad dagirtin.

Wek jinên têkoşer, erka me ya sereke ew e ku em fikrên Rêber APO bigihînin hemû jinan û jiyaneke li gorî felsefeya wî ava bikin. Em ê bi eşq û vîneke mezin xwedî li vê pêvajoyê derkevin.