Heftanîn di her werzekî de xwe bi rengên cûr bi cûr dipêçe. Li ser her zinarekî, dar û pelên wê, navê şoreşgerên Kurdistanê hatiye nivîsandin.
Hemû şoreşgerên ku li ser axa wê meşiyane di hafîzeya xwe de hîştine û wan ji bîr nekiriye. Hemû bedenên ku ji bo azadiyê xwe dabûn agir, tilîliyên ku di serkeftina çalakiyan de dihatin bihîstin, di guhê her kerwanekî xwe de derbas kiriye û ewladên xwe di bîra wan de mezin kiriye.
Heval Nûda jî yek ji wan şoreşgeran e ku bi nêrîna xwe ya sadiq li bedewiya Heftanînê temaşe kiriye. Ew jî mîna hevalên xwe li ser şopa Viyan û Nûcanan, ketiye ser rêya evîndariyê. Heval Ceylan Tekîn bi navê tevgerî Nûda Tolhildan, li bajarê Mûşê ji dayik dibe. Di zarokatiya xwe de tevî malbata xwe li Stenbolê bi cih dibin. Ji ber ku dûrî welat jiyan dike, ji çand û zimanê xwe yê resen biyanî dimîne. Lê belê Têkoşîna Tevgera Azadiyê ku di dilê her Kurdekî de olan dida, bi Heval Nûda re jî pirsan ava dike û dixwaze ku paradîgmaya Tevgera Apoyî nas bike. Tevî ku di temenê ciwantiyê de bû, li hember Tirkperestiya li ser wê dihat ferzkirin radibe, wê red dike û pîvanên xwe yên netewebûnê diyar dike. Ji ber vê sedemê dikeve nav meraqan û di derbarê Kurdbûnê de dest bi lêkolînan dike. Her ku lêkolîn dike, dikeve ferqa hebûna xwe ya ku bi salan jê hatibû mehrûmkirin.
Bi taybetî erdheja ku li bajarê Wanê rû daye, bi Heval Nûda re hêrsekê ava dike. Hemû gotinên ku ji devê Tirkperestan dibihîse, wijdana wê ya Kurdbûnê dixe lêpirsînê û ev jî dibe sedem ku hîn zêdetir ber bi Kurdbûna xwe ve bikeve rê. Ji ber vê yekê di nav xebatan de cih digire û bi ciwanan re gelek çalakiyan li dar dixe. Her ku dem diçû, bi her bûyerekê re kuştina Kurdekî radighand. Bi taybetî komkujiya Roboskî, şehadeta Heval Sakîne Cansiz, Fîdan û Leyla, êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê ji bo Heval Nûda nerihetiyek ava dikir. Wê baş dizanîbû ku kuştina her Kurdekî, kuştina wê bi xwe ye. Ji ber vê yekê her roj lêgerînên xwe kûrtir dikirin. Dibe ku bedena wê di nav pergalê de bû, lê ruh û dilê wê her tim li keşifkirina rastiyê digeriya.
Di sala 2013’an de, li ser banga Rêber APO ya agirbestê, Heval Nûda êdî rêya jiyaneke nû ji bo xwe tercîh dike. Li ser wê bingehê, di Tebaxa sala 2013’an de beşdarî nava refên gerîla dibe. Dema ku beşdar dibe, navê Heval Nûda Karker hildigire. Heval Nûda Karker ji aliyê Rêber APO ve weke melaîketan hatibû pênasekirin; Heval Nûda jî dixwaze ku heman nasnameyê di sekna xwe de raber bike. Çalakiya Heval Nûda Karker ji bo Heval Nûda xala tolhildanê bû. Lewma navê Nûda Tolhildan li xwe bar dike û bi sekna xwe ya di jiyanê de girêdanbûna xwe ya li beramberî şehîdan raber dike. Piştî ku tevlî dibe, perwerdeya xwe ya pêşîn dibîne; bi wê re hîn zêdetir polîtîkayên dijmin ên li ser gelê Kurd nas dike û li ser vê yekê hûr dibe.
Tevgera Apoyî bi têkiliyên hevaltiyê xwe mezin kir. Bi Heqiyan û Sarayan dest pê kir û heya roja me ya îro hat. Bi girêdanbûn û dilsoziya li beramberî Rêber APO, li hember her rewşê xwe radigirin û têkoşîna xwe bilindtir dikin. Tarz û uslobê ku ji Rêber APO fêr bûne, ji nifşekî derbasî nifşê din dikin. Ev şêwazê jiyanê bala Heval Nûda dikişîne. Her kesê ku beşdarî gerîla dibe, bi heman nasname û hedefê jiyan dike. Tu ferq û cudahî di navbera wan de nîne; her kes mîna hev di yek radeyê de dimeşe. Ji hevalên nû mîna hevalên kevin re rêz tê girtin. Dema ku Heval Nûda vê rewşê dibîne, fêr dibe ku rêya hilbijartî wê jê re bibe deryaya jiyaneke nû. Lewma jiyana gerîla û dilnizmiya di nava civata wan de, meraqa wê zêde dike. Her roj xwe pê re dike yek û heman dilnizmiyê di kesayeta xwe de ava dike. Hemû taybetmendiyên ku pergalê pê dabûn rûnişkandin ji ser xwe diavêje û rengê xwe di nava hevalên xwe de nîşan dide.
Yek ji pîvanên hezkirinê ev e: Tu hez dikî û têyî hezkirin. Her çend tu hez bikî, tu yê ewqas werî hezkirin. Heval Nûda ji bo xwe vê pîvanê esas digire. Lewra bi hezkirina xwe, xwe dide hezkirin. Ji ber vê yekê di têkiliyên hevrêtiyê de xwe xurtkirin û mezinkirin dibe yek ji hedefên wê yên jiyanê. Her jineke ku di fikira Rêber APO de xwe dihelîne, rêya xwe mîna findeke şewqdayî ronî dike. Heval Nûda jî yek ji wan jinên dilsozên Rêberê xwe bû ku di her demê de bi fikira Apoyî xwe dihûne. Bi Rêber Apo re hevaltîkirin û di azadiyê de meşandin, ji bo wê mijarên lêhûrbûnê bûn. Ji ber ku xwe gihandina rastiya Rêber APO têkoşîneke bêhempa lazim dike, lewma ji bo gihandina vê rastiyê, bi xwe re her tim di nava şerekî giran de bû.
Li ser bingehê ku kesayetên azad werin avakirin, di nava Tevgera Apoyî de her tim perwerde tên dîtin û kesayetiya xwe ji nû ve diafirînin. Ya girîng ew e ku meriv di fikira azad de xwe ava bike. Ji ber vê yekê perwerdedîtin beşa yekem a dewamkirina têkoşînê ye. Heval Nûda jî di ferqa vê yekê de bû, lewma piştî perwerdeya pêşîn, derbasî Akademiya Şehîd Rojîn Gewde dibe. Perwerdeya operasyonê dibîne û li wir pisporiya xwe qezenc dike. Teorî û pratîka ku di nava perwerdeyê de girtiye, dixwaze di jiyana xwe de wergerîne çalakiyan û bi vî rengî layiqî perwerdeya xwe derkeve. Ji bo Heval Nûda ev pîvana encamgirtinê bû.
Ji bo ku di nava xebatan de hîn aktîftir bibe, di sala 2015’an de derbasî herêma Zapê dibe û li wir dest bi gerîlatiya xwe dike. Dema ku diçe Zapê, bi awayekî çalak xwe bi jiyana gerîla re dike yek. Salên ku li Zapê dimîne, li dijî dagirkeran tevlî gelek çalakiyan dibe. Di hemû çalakiyan de serkeftinê dike bingeh. Bêyî ku derbên giran li dijmin bide, veger ji bo Heval Nûda ne gengaz bû. Lê belê tenê derbên leşkerî li dijmin dan ji bo Heval Nûda têrker nedihat. Ji ber ku dizanîbû lêdana herî xurt di fikir de pêk tê. Bi taybetî pergala zilamê serdest ku ji siya jina şerker diveçiniqe, ditirse û direve; wê dixwest li hember vê pergalê kesayetiya xwe zana bike. Heval Nûda bi vê armancê pêşniyara xwe ji bo Akademiya Bîrdozî dike. Bi dildariya xwe derbasî Akademiya Şehîd Bêrîtan dibe. Xeta Heval Bêrîtan ji bo xwe dike esasê lêhûrbûnê. Bi wî ruhê teslîmnebûyî, kesayetiya xwe careke din di ber çavan re derbas dike û kêmasiyên xwe ferq dike. Her ku lewaziyek di kesayeta xwe de peyda dike, bi îdîa û biryardarî pêngavên guhertinê dihavêje. Ji ber ku xwe ji çandên pergalê rizgarkirin, bersiva herî mezin e ji bo zilamê serdest. Li gel vê yekê, Heval Nûda dîtina perwerdeyê weke nirxdayîna mirovan pênase dike. Bi gotina "Partî nirx dide min, lewma min perwerde dike" perwerdeya xwe ya bîrdozî bi serkeftî bi dawî dike.
Piştî ku perwerdeya xwe bi dawî dike, berê xwe dide Heftanînê û li wir gerîlatiya xwe berdewam dike. Dema ku Heval Nûda derbasî Heftanînê dibe, li wir şerekî dijwar rû dide; gerîlayên Apoyî bi berxwedaniya xwe destanên lehengiyê dinivîsandin. Di sala 2020’an de Dewleta Tirk li ser qada Heftanînê operasyona xwe berfireh dike. Bi awayekî herî dijwar êrîşî gerîla dike. Her roj qehremanek, egîdek şopa xwe di Cenga Heftanînê de saz dikir. Fermandar Zelal, Hêjar, Esmer, Egîd û bi dehan milîtanên mîna wan hevalan, navê xwe di rûpelên dîrokê de xêz kirin. Heftanînê bi wan lehengan xwe li hember êrîşan bi hêz dikir û têdikoşiya.
Heval Nûda jî yek ji wan milîtanan e ku bi îradeyeke ji pola tevlî berxwedaniyê dibe. Bi çalakiyên xwe derbên herî dijwar li dagirkeran dide. Mîna navê xwe, di her lêdanekê de çoka dijmin dilerizîne. Ji ber vê sedemê dijmin li hember berxwedaniya gerîla şaşwaz dimîne û serî li rêbazên cuda dide. Hem bi teknîka xwe, hem jî bi rêya kontrayan (qûriye) xwe berdidin qadên gerîla; lê belê di her hatinekê de dijmin rastî derbên gerîla tê û bi giranî ziyanê dibîne. Ji ber ku ziyana dagirkeran mezin bû, mecbûr diman ku paşve bikişin. Ji bo ku ev vîn were şikandin, dewleta Tirk di seferberiyê de bû; lewma bi berxwedaniyeke dîrokî hin deverên Heftanînê ji aliyê dewleta Tirk ve tên dagirkirin. Di bin wan şertan de Heval Nûda berxwedanê ji bo xwe esas digire û di domandina têkoşînê de israr dike.
Piştî dilwêrekiyeke bêhempa, di 11’ê Gulana 2021’an de Heval Nûda tevlî kerwanên nemiran dibe. Mîrasa berxwedanê ji hevalên xwe re mîna pîvanekê dihêle. Lewma hevalên wê bi sozdayîna tolhildanê û nêzîkkirina roja azadiyê, biryardariya xwe nîşan didin.
Rêhevalên Wê


