MIN XWE LI SER RIYA AZADIYÊ DÎT

Dema ku ez li peravên Gola Wanê ber bi Ercîşê ve diçûm, ruhê min bi azadiyê tijî bû. Ji dengê dilê min û pabendbûna min a bi azadiyê re, min fêm kir ku ez bi tevlîbûna refên azadiyê biryara rast didim.

Ev biryar biryarek bû ku di rêya azadiyê de rastiyê bibînim. Ev biryar biryarek ji nû ve zayînê bû. Di wê gavê de, min kelecana herî mezin jiyan dikir; min hîs dikir ku dilê min dê biteqe. Çavên min li hilhatina rojê bûn. Dema ku roj hêdî hêdî hildihat, hêviyên jiyanê li Gola Wanê reng didîtin. Ez ê bibim qehremana gelê xwe, ez ê şer bikim da ku ji bo nifşê nû jiyaneke baş peyda bikim. Min hîs dikir ku dilê min ne tenê yê min e, lê dilê gelekî ye. Her milîtanek ku tevlî rêya şoreşê dibe, dilê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda dike. Erê, ez ê bibim jina çiyayan û qehremana gelê xwe.

 

Tiştekî din ku min kişand ser rêya azadiyê û ez bi vê jiyanê ve girêdam, rastiya şehîdan bû. Rastiya şehîdan berpirsiyariyên min wekî jineke ciwan a vî gelî nîşanî min dan. Dema ku ez di nav pergalê de bûm, ez bi berxwedana gelê Kurd û bi awayê ku wan hêsirên xwe di merasîmên hevalên me yên şehîd de vediguherandin tîbûneke mezin a tolhildanê, pir bandor bûm. Ew bi serbilindî û bi biryardarî rawestiyan û gotin: "Em pir serbilind in ku zarokên me di vê rêya pîroz de canê xwe feda kirin." Vê yekê hestên dijwar di min de çêkirin. Hingê min got: "Ev dijmin bi îradeya gel têk çû. Ev gel bi hezaran zarokên xwe wekî garantiya azadiyê ji şoreşa Kurdistanê re feda dike. Tiştek ji vê pîroztir û watedartir tune ye."

 

Pênasîna rastiya şehîdan ji bo min bi rastî dijwar e. Min gelek heval nas kirin ku jiyana xwe ji bo Rêbertiyê, ji bo gelê xwe û ji bo welatê xwe feda kirin. Min hevalên ku li van deverên pîroz bi ken çûn mirinê da ku gelê xwe zindî bihêlin nas kirin. Li van deverên pîroz, mirin bi qehremaniya hevalên şehîd tê tunekirin. Heke hûn di ber gelê xwe de berdêl bidin, hûn ne mirî ne, hûn şehîdên wî gelî ne. Min ev yek di rastiya şehîdan de çêtir fêm kir. Rastiya şehîdan fêrî min kir ku ez ji mirinê netirsim û bi wêrekî bimeşim. Ev yek me ber bi jiyanê ve dibe û zindî dihêle. Her şehîdek ji bo nifşê nû bû pira jiyanê; ev diyalektîka jiyanê ya PKK’ê û pabendbûna wê nîşan da. Em lêgerînvanên azadiyê ne; bi dayîna berdêla ji nû ve zayîna xwe, em li dijî kolonyalîstan disekinin.

 

Li hember rastiya şehîdan, min wijdanê xwe û evîna xwe kûrtir pirsîn. Min xwe li ser rêya azadiyê dît. Min li çiyayan îradeya xwe ya rastîn nas kir. Her ku min xwe çêtir nas kir, hêviya min a bi azadiyê hîn xurttir bû; bi hêza rastiyê tarîtiya li çiyayan veguherî ronahiyê. Ez xwe pir bextewar dibînim ku tevlî refên PKK’ê bûm. Li çiyayan, min bi hezaran hevalan re hevdîtin kir û min şahidiya çîrokên hezar qehremanan kir. Ez bi bedewiya şoreşê mezin bûm; hestên min bi vê têkoşîna destanî mezin bûn û min rastiya dijmin çêtir nas kir. Her ku min ew çêtir nas kir, tîbûna min a tolhildanê wekî guleyekî agir mezin bû. Min soz da hevalên xwe yên şehîd û gelê xwe ku ez ê bi beşdariya xwe û têkoşîna xwe derbên mezin li dijmin bidim. Ji bo ku ev derbe pir bi bandor be, divê ez her tim ji xwe bipirsim ka ez çawa bijîm û çawa şer bikim. Her êvar dema ku ez serê xwe datînim ser balîfê û ji xwe dipirsim: "Îro min ji bo rêxistinê çi kir?", ez bawer dikim ku ez ê di xwe de lêkolîn û çareseriyeke rast bibînim da ku bersiva nirxên partiyê bidim.

 

Dijmin pir zehmet dibîne ku têkçûna xwe li hember îradeyeke mezin qebûl bike, ji ber vê yekê dixwaze hêrsa xwe bi êrîşeke dijwar li ser çiyayên me derxe. Ew dixwaze bi teknolojiya ku bi dizîna pereyên gel bi dest xistiye şer bi ser bixe, lê şerekî ku bi teknolojiyê tê qezenckirin ne serkeftineke wêrek û adil e. Bi teknolojiya bilindtir li dijî artêşeke ku bi rûmet û çavkaniyên xwe şer dike şer kirin û dûv re wê wekî serkeftineke mezin hesibandin, ne karê mêrxasiyê ye, yê bêrûmetiyê ye. PKK bi îrade û çavkaniyên xwe şerekî rûmetê dimeşîne. Ev yek PKK’ê bi rûmet dike. Di dîroka PKK’ê de, kiryarên mezin û watedar ên qehremaniyê dibin rênîşana rêya rastiyê. Ez jî, mîna ku qehremanên me di dîrokê de kirine, dê li ber xwe bidim û serkeftinê bi dest bixim. Hevalên me yên qehreman bi çalakî û têkoşîna xwe bûn bersiva dem û serdema xwe. Ya ku dikeve ser milê me ev e ku em bi coş, biryardarî û heyecanê — wekî ku hevalên me dixwest — bi xwe û dijmin re têkoşîneke mezin bidin. Dema ku ez tevlî partiyê bûm, min ev yek pir baş fêm kir. Dîrok dê ne dîroka xayîn û mirovên bêrûmet be; dîrok dê dîroka kesên ku xwe ji bo rêya rûmet û azadiyê feda dikin be. Dîroka me ev nîşanî me da; dîrok bi qehremaniya hevalên şehîd, bi evîn û dilsoziya wan a ji bo welatê xwe vejî. Wekî şervanekî di tevgera azadiyê de, divê ez xwe di agir de ji nû ve biafirînim û bersiva herî mezin bidim zihniyeta ku dixwaze mirovahiyê bi bêrûmetiyê qirêj bike. Ez vê hêzê di hundirê xwe de dibînim. Wekî jinekê, ez ê berpirsiyariyên xwe yên li hember vê pêvajoyê bi cih bînim û em ê bi ser kevin.


Nivîsandin Erk e

 

Silav rojnivîsa min a ku min hîn jî nav lê nekiriye. Lê divê tu bizanî ku tu beşek ji giyana min î, rojnivîsa min a paqij î. Min niha qelema xwe hildaye û dest bi nivîsandinê kiriye; ji ber ku bîranînên min ên watedar û hêja hene ku ez bi te re parve bikim. Ev bîranînên xweş bi vî rengî dest pê dikin...

 

Qehremanên min hevalên min ên şehîd in. Dema ku ez pênûsa xwe hildigrim û dest bi nivîsandinê dikim, ez vedigerim wan deman û dîsa bi hevalên xwe yên şehîd re hevdîtinê dikim. Ez bawer dikim ku divê her şervaneke azadiyê kêliyên xwe yên şahî, xemgînî û bextewariyê yên li ser rêya azadiyê binivîse, ji ber ku her peyveke nivîsandî şopeke mezin li ser dîroka Kurdistanê dihêle. Ji ber vê yekê ez nivîsandinê wekî erk dibînim û bi vî rengî dest bi nivîsandinê dikim. Navê rojnivîsa min a berê "Kurdistan" bû. Dema ku hevalên min ên di heman kampê de navê rojnivîsa min bihîstin, wan pirsî: "Çima Kurdistan?" Min ji wan re got ku pergal her tiştî dike da ku me ji dîroka me qut bike. Min wê demê ne rastiya Kurdistanê û ne jî dîroka Kurdistanê dizanibû. Piştî ku ez tevlî PKK’ê bûm, min rastiya Kurdistanê çêtir fêm kir; her ku min ew çêtir fêm kir, min bêtir polîtîkayên dijmin ên derbarê rastiya Kurdistanê de fêr bûn. Evîn û dilsoziya Kurdistanê di dilê min de cihê xwe dît. Di rûpelên pêşîn ên rojnivîsa min a Kurdistanê de, min li ser ezmûna xwe ya pratîkî ya yekem a li herêma Metînayê nivîsand. Li wir, li ser girên Çarçelê yên ku min soza xwe lê da, min bedewiya jiyanê bi şîniya asîman re dît. Min bêhna axa ku bi xwîna hevalên min ên şehîd hatiye avdan kişand û min her kêliyê bi hûbra şîn li ser rûpelên spî nivîsand. Niha dora te ye; ez ê bedewiya çiyayên te û wateya jiyanê bi te re parve bikim û bi pênûsa di destê xwe de, ez ê li ser vê yekê binivîsim ka çawa dil bi çiyayan bûn yek û bi hev re şer kirin. Ez bi taybetî dixwazim li ser pîrozî û girîngiya vê rojê binivîsim.

 

Îro rojbûna roja me ye; bi rastî bi zayîna te re, gelê Kurd xwe ji nû ve keşf kir. Bi pîrozî û girîngiya vê rojê, em dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û baweriya xwe ya bi serketinê ji nû ve piştrast dikin. Heke me wekî şopînerên dilsoz ên Rêber Apo keştiyên vegera koletiyê şewitandibin, heke me kirasê agirîn li xwe kiribe, wê demê dem hatiye ku em derdora xwe ronî bikin. Rêbertî, bi jidayikbûna te re, gelê Kurd ji eşqê wêdetir evîndar bû. Erka me ya herî mezin ew e ku em dawî li vê zilmê bînin ku bi salan dom kiriye. Rêbertî, dema ku ez ji te re dinivîsim, ez hîs dikim ku tu li kêleka min î. Ez bi nivîsandinê hestên xwe tenê ji dîrokê re nahêlim; ez hest, baldarî û bîranînên xwe di dilê xwe de dikolînim. Bi jidayikbûna te re, gelê Kurd dîsa rabû ser xwe; tu bûyî lehiyekî evînê û di hemû dilan de cîhekî xwe dibînî. Ez dixwazim xwe ji te re feda bikim. Xwe ji te re fedakirin gihîştina rastiyê ye, ji ber ku tu wateya jiyanê yî. Rêbertî, 4’ê Nîsanê ji bo me ji nû ve vejîna evîn û edaletê temsîl dike û di rojeke wisa pîroz de, ez bi 12 hevalên jin re pîrozbahiyeke xweşik û watedar dikim. Em bi 12 hevalên jin re di heman kampê de ne, karê xwe yê pratîkî bi awayekî bêhempa dimeşînin. Ev li gorî hewldanên ku te dane jinan pêş ketine. Heke îro ewqas hevalên jin dikarin bi hev re rûnin û li ser têkoşîn û şerê jinan nîqaş bikin, bêguman bi saya te ye. Tu bûyî pusula me ya azadiyê. Ez di çavên her hevalekî de hesreteke mezin li kêleka şahî û bextewariyê dibînim. Bi rastî, me pir dixwest vê roja watedar bi te re pîroz bikin, lê te yekîtî di ruh û ramanê de nîşanî me da. Ji ber vê yekê, em milîtanên Apocî ne ku dabeşbûnên fîzîkî dişkînin. Pergalê em şewitandin û kirin xwelî/kul, lê te em ji wan xweliyan ji nû ve afirandin. Te hiş û kesayetiyên me ku bi salan ne çalak bûn şiyar kirin û me bi rastiyê re rû bi rû hiştin. Em çiqas li ber mezinbûna te rexnedayîna xwe bidin jî, wê ev rexnedayîn ne bes be; lewma rexnedayîna herî mezin em ê di pratîka xwe de bînin cih.

 

Belê, rojnivîsa min, min hestên ku ez îro, di 4’ê Nîsanê de jiyan dikim nivîsandin. Min li ser evîn û dilsoziya xwe ya ji bo roja xwe nivîsand. Ez bi dil û can bawer dikim ku rojekê ez ê vê rojnivîsê ji Rêbertî re bixwînim. Ew roj nêzîk in û divê em hewlekî mezin bidin da ku bigihîjin wê roja pîroz. Çiqas em ji xwe bidin, em ê ewqas nêzîkî serketinê bibin. Gotina min dê pratîka min be; ez ê şopîner û pratîkvana peyva ku min daye bim. Ez amade me ku çi bedela pêwîst be bidim da ku di Kurdistaneke azad de ji nû ve bicivin. Kurdistan, welatê xwedawendan, welatê bihuştê, qet ji aliyê emperyalîstan ve nayê perçekirin û ne jî têk diçe. Em wekî parêzvanên dilsoz ên vê axa bihuştê, em ê qet neqelişin û ne jî têk biçin; berovajî vê, em ê di Kurdistaneke azad de bi Rêbertî re hevdîtin bikin.